Komeleya Rojnamevanên Sûrî, bi rêya Navenda xwe ya Azadîyên Çapemenîyê, kurteya kûr bi navê “Rojnamegerîya Etîk û Yasayên ku wê li Sûrîyê birêve dibin” weşand. Ev lêkolîn di demek krîtîk de tê ku tê de bandora gotara nefretê û dubendîyan zêde dibe, û pêdivîya bi medyayeke pîşeyî û berpirsiyar derdikeve pêş.
Lêkolîna ku li ser bingeha rapirsiyeke li gel 140 rojnamevanên jin û mêr û analîzeke kûr a yasayî hatiye amadekirin, eşkere kir ku li Sûriyê yasayeke yekgirtî ya medyayê tune ye. Ev yek hawîrdoreke yasayî ya nezelal û têkçûyî diafirîne ku gelek caran li şûna parastina mafên rojnamevanan, ji bo sînordarkirina wan tê bikaranîn.
Yek ji encamên herî berbiçav ên lêkolînê, lawaziya tund a pabendbûna bi pîvanên etîkî yên pîşeyî ye. Lêkolînê destnîşan kir ku medya ji aliyê aliyên siyasî yên cuda ve weke amûreke propagandayê tê bikaranîn, ku ev yek jî bawerîya bi dezgehên medyayê û pêbawerîya gel lawaz dike. Her wiha, lêkolînê ronî xiste ser binpêkirinên giran ên ku rojnamevan rûbirûyê wan dibin, ji girtin û îşkenceyê bigire heta darizandinên yasayî, di rewşeke ku hema hema ti saziyên serbixwe yên birêkûpêkkirinê ji bo parastina wan tune ne.
Derbarê girîngiya vê lêkolînê de, serokê Navenda Azadîyên Çapemenîyê, Îbrahîm Husên, got: “Pabendbûna bi pîvanên etîkî ne lukseke pîşeyî ye, belkî pêwîstiyek e ji bo rûbirûbûna kampanyayên hanjotinê û dubendiyê yên ku aştiya civakî li Sûriyê dixe xeterê. Ev lêkolîn teşhîseke rastîn a rewşê pêşkêş dike û pêşniyarên reformê datîne holê ku em hêvî dikin bibe bingehek ji bo jinûve avakirina hawîrdoreke medyayî ya saxlem û piralî li welat.”
Komeleya Rojnamevanên Sûrî hêvî dike ku ev lêkolîn ji bo rojnamevan, lêkolîner û biryarderan bibe çavkaniyeke biqîmet û beşdarî hewldanên ji bo pêşxistina sektora medyayê li Sûriyê û xurtkirina rola wê di avakirina paşerojeke baştir de bibe.
ملخص-البحث-بالكردي